• Friday, 29 March 2024
logo

Hevjîna wî li ber çavên wî can da lê nekarî tiştekê bike

Hevjîna wî li ber çavên wî can da lê nekarî tiştekê bike
Li parêzgeha Kerkûkê, mamosteyê bi navê Mihemed Kerîm li nexweşxaneyê ji ber ku destê wî bi textê nexweşxaneyê ve girêdayî bûye, dema hevjîna wî li ber çavên wî dimire, nekariye tiştekê bike.

Hevjîna Mihemed Kerîm a 46 salî Muna Îsmaîl, li Kerkûkê ji ber vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) li nexweşxaneyê li ber çavên wî canê xwe ji dest da.

Mihemed Kerîm ligel karmendekî nexweşxaneyê şer dike û dibe sedema şikestina amûrekî nexweşxaneyê, lewma ji aliyê karmedên asayişê ve bi textê nexweşxaneyê ve tê girêdan.

Kerîm ji Rûdawê re got: “Hevjîna min li ber çavên min canê xwe ji dest da, lê destên min bi text ve kelemçe kiribûn û min nekarî hevkariyê bikim.

Derbarê koçkirina hevjîna xwe de Mihemed Kerîm dibêje: “Amûra oksîjenê bo wê anîn, lê hundirê wê vala bû. Heta yeke din anîn, hevjîna min ji ber behntengiyê canê xwe ji dest da. Destêm min kelemçekiribûn, min tenê dikir hawar, tişteke din ji min nedihat.”

Mihemed piştî ku bi kefaleta 8 hezar dolarî serbest hat berdan û karî beşdarî merasîma binaxkirina hevjîna xwe bibe.

Muna Îsmaîl 46 salî bû û dayîka 2 zarokan bû û ti nexweşiyên wê yên kronîk nebûn û piştî nexweş dibe bo nexweşxaneyê tê veguhestin û lê wê derê jê re çareserî tê kirin.

Bi gotina Mihemed Kerîm li nexweşxaneyê ti berpirsek bi nexweşxan ve eleqeder nabe û amûrên oksîjenê bi mebestên bazirganî têne bikaranîn.

Kerîm da zanîn ku kesûkarên nexweşxan bixwe batlên oksîjenê diguherînin û got: “Bijîşk ji me re got ku ji ber behna wê gelek teng dibe, divê hûn baldar bin û her tim bi amûra oksîjenê ve girêdayî be û divê her tim were guhertin. Dema min pirsa battle oksîjenê kir wî got ku ew ne karê wî ye. Her tişt difiroşin, min jî kirrî.”

Rêveberiya Tendirustî ya Kerkûkê, ji ber ku Mihemed bûye sedem ku amûrekî nexweşxaneyê têk biçe derbarî wî de gilî tomar kiriye.

Mihemed Kerîm jî ku bixwe jî bi vîrusa koronayê ketiye, keskûkarên xwe bo gilîkirina rayêdarên nexweşxaneyê bo dadgehê şandiye.

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê derbarê bûyerê peywendî ligel Wezareta Perwerde ya Iraqê re danî ye û daxwaz kiriye ku gavên pêwîst bêne avêtin.

Rêveberiya Tendirûstiya Kerkûkê di konferanseke rojanevaniyê de ragihand, ku ew bi tundî belavkirina wêneyên wî kesê ku bi textê hevjîna wî ve hatiye kelemçekirin li torên civakî şermizar dikin û ev yek weke karekî nemirovî da zanîn û ragihand, lêkolîn li ser wê bûyerê berdewam in.

Rudaw
Top