• Thursday, 25 April 2024
logo

Li gundekî Rihayê du malbatan li hev dan - Herî kêm 2 kes hatin kuştin

Li gundekî Rihayê du malbatan li hev dan  - Herî kêm 2 kes hatin kuştin
Li gundekî parêzgeha Riha ya Bakûrê Kurdistanê di navbera du malbatan de şer derket, herî kêm 2 kes hatin kuştin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, duhî li gundê Kural yê navçeya Bîrecik ya Rihayê, di navera du malbatan de, ku berê jî di navbera wan de dijmindarî hebûye, şer derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de, ku çek û dar û kevir jî hatine bikaranîn, herî kêm 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Piştî wî şerî, hêzên ewlehiyê gund dorpêç kirin, 21 kes girtin û gelek çek û tiving jî zeft kirin.

Basnews
Top