• Saturday, 27 April 2024
logo

Ew jina zirkurê xwe yê 5 salî kuşt: Min bêhiş kir, demara destê wî birî û …

Ew jina zirkurê xwe yê 5 salî kuşt: Min bêhiş kir, demara destê wî birî û …
Jinekê li bajarokê Cuwnaro yê ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ve zirkurê xwe yê pênc salî kuşt. Wê jinê li cem polîs li xwe mikur hatiye ku wî ew zarokê 5 salî kuştiye û sedema wê jî vegerandiye bo wê yekê ku ji ber wî kurî, hevjînê wê weke berê hez ji wê nekiriye.

Fermandariya Polîsê Parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê îro ragihand, wan jinek desteser kiriye ku zarokekî 5 salî yê hevjînê xwe kuştiye.

Li gor zanyariyan, ew jin 31 salî ye û par li gel bavê wê zarokê 5 salî zewiciye. Destpêkê ew jin li gel hevjînê xwe di malekê de jiyane û kurê zilam û zirkurê wê jinê, ku navê wî Jiyar bûye, li cem bapîr û dapîra xwe bûye, lê di wan demên dawiyê de bavê Jiyar, ew biribû mal li cem xwe.

Polîsê Kirmaşanê ragihandiye, wê jinê îtîraf bi kuştina Jiyarê 5 salî kiriye û gotiye, “hebûna wî zarokî di nav jiyana me de, bûbû sedem ku hevjînê min weke berê hez ji min neke, lewma min biryar da ku wî bikujim.”

Li gor îtîrafên wê jinê ku polîsê Kirmaşanê belav kiriye, ew zarokê 5 salî bi awayekî “gelek hovane” hatiye kuştin. Wê jinê di îtîrafên xwe de ji polîs re gotiye: “Min zarok bire nav bax û destê xwe danî ser devê wî ta ku ji hişê xwe çû, paşê min bi kêrê demarê destê wî birî û min ew li wir hişt. Piştî çend demjimêran vegeriyam û min dît zarok miriye.”

Polîsê Kirmaşanê dibêje, wê jinê paşê cenazeyê Jiyarê 5 salî biriye ser bilindahiyê û wî davêhe xwarê, daku wisa xuya bike ku zarok bi sedema ketina ji bilindahiyê ve jiyana xwe ji dest daye.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Polîsê Kirmaşanê, Mihemedriza Amûyî dibêje, hêzên polîs piştî ku termê zarok dîtin, zanîn ku sedema mirina wî ne ji ketina ji bilindahiyê ve bûye û dest bi lêkolînê dikin û di encama lêkolînan de gumanê ji zirdayka wî zarokî dikin.

Mihemedriza Amûyî diyar kiriye, piştî ku hêzên polîs wê jinê bangî navenda polîs dikin û çend pirsan jê dikin, ew jin îtîrafê bi kuştina wî zarokî dike û hêzên polîs jî wê desteser dikin.

Rudaw
Top