• Friday, 26 April 2024
logo

Li Raniyeyê welatiyek hate kuştin

Li Raniyeyê welatiyek hate kuştin
du welatiyên din jî birîndar bûne
Birêvberatiya Polîsê Raniyeyê belav kir ku şeva derbazbûyî çend kesek êrîşî ser çend kesên din kirine.

Li gor daxuyaniya han, di encama êrîşa han de welatiyek temen 30 sal canê xwe ji dest daye û du welatiyên din jî birîndar bûne.

Êrîşa han di nava dikaneke firotina telefûnan de pêk hatiye û sedema êrîşê jî tole stendine.

Beriya niha jî kesûkarên ev kesê ku duhê şev hatiye kuştin, êrîşeke çekdarî biribûn ser çend kesên din û di encam de çend kesek hatibûn kuştin û birîndarkirin.

K24
Top