• Friday, 26 April 2024
logo

Di 5 mehan de 102 jin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine kuştin

Di 5 mehan de 102 jin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine kuştin
Li gor amarên fermî tundûtijiya li hember jinan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêde bûye û di nava 5 mehên bihorî de bi giştî 102 jin hatine kuştin.

Li gorî amarên fermî di 5 mehên bihorî de 102 jin hatine kuştin û tundûtijiya li hember jinan piştî koronayê zêde bûye.

Weke yek ji encamên civakî û derûnî ya koronayê li Tirkiyê rêjeya tundûtijî li hember jinan zêde bûye. Li gorî amarên fermî ji destpêka sala 2020 heta 10ê Adarê 45 hezar û 798 jin ji û 10ê Adarê heta 20 Gulanê jî 42 hezar û 693 jin rastî tundûtîjî hatine.

Hevseroka Encûmena Jinan ya Partiya Sosyalîst, Canan Yuce dibêje:“Em dê li her derê û her demê ji bo mafê jinan tekoşîna xwe berdewam bikin. Em dê li parlementoyê li hember yasayan, li kolana li hember zordestiya li hember jinan kar bikin, em dê mafê aboriya jinan û keda wan biparêzin. Em jin bi hev re bihêztir in.”

Li gorî amarên komeleyên jinan meha gulanê 21 jin lê li gorî Wezareta Navxwe 19 jin hatine kuştin. Wezareta Navxwe amarên 5 mehên derbasbûyî aşkere kirine. Li gorî vê amarê, di meha Çile ya îsal de 21 di meha Sibatê de 20 di meha Adarê de 25, di Nîsanê de 17 û di Gulanê de jî 19 jin hatine kuştin. Wate tenê di 5 mehên derbasbûyî de 102 jin bûne qurbaniyên tundûtijîyê .

Hevseroka Encumena Jinan a HDPê, Dîlan Dîrayet Taşdemir diyar dike:“Di dema destpêka Covit-19 me got, jin li malê dimînin û zêdetir dibine armanca tundiyê, me daxwaz kir ku tedbîr bên girtin lê mixabin wisa nekirin.”

Zêdebûna haletên kuştina jinan ji aliyê xwe yê siyasî, civakî, aborî û hiquqî ve jî dibe cihê nîqaşan.

Parêzerê Jinan, Ahmed Rodî Polat dibêje: “Mijarê peywendi bi nebûna yasayên pêwîst nîne, li Tirkiyê yasaya 6284 û peymana Stanbulê mafên gelek baş dane jinan, yasayên pêwîst hene, lê kêşe li navendên asayîşê çêdibin, endamên asayîşê nezanin û li gorî dilê xwe li hember jinan kar dikin.”

Li gorî şiroveyên heyî jibilî koronayê ku aborî û derûniya civakê têk biriye, bi yasayekê berdana nêzîkî 90 hezar girtîyan jî bûye sedema zêdebûna tundûtijiya li hember jinan.

Rudaw
Top