• Saturday, 27 April 2024
logo

kesekî Hewlêrî piştî 20 salan li zindaneke Ermenistanê hat dîtin

kesekî Hewlêrî piştî 20 salan li zindaneke Ermenistanê hat dîtin
Zilamekî nabihîze yê rûniştvanê Hewlêrê piştî 20 salan, li zindaneke Ermenistanê hat dîtin û kesûkarên wî jî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Netewên Yekgirtî dikin ku kar ji bo vegerandina wî bikin.

Ebdulbaqî Yasîn Hemedemîn ku 01.07.1969an li Hewlêrê jidayîk bûye, li bazara Hewlêrê karê boyaxkirina pêlavan dikir û sala 1989an jî li gel jineke ku ew jî nabihîze zewicî û zarokekî wan çê bû ku navê wî kirin Goran.

Goran ku niha temenê wî bûye 30 sal û dawîn car ku bavê xwe dîtibû 20 sal berî niha bû, ji Rûdawê re ragihand, “Bavê min li şeqama Bate ya Hewlêrê karê boyaxê dikir, zilamekî bêpirsgirêk bû, ji ber hindê xelkê gelek jê hez dikir. Piştî mirina bapîrê min, bavê min piraniya car diçû goristinê bo ser gora wî, gelek ji temaşekirina futbolê hez dikir û êvaran diçû yarîgeha nêzikî mala me.”

Sala 2001an jî Ebdulbaqî Yasîn Hemedemîn bêserûşûn dibe û kesûkarên wî nedizanîn çi bi serê wî hatiye. Goran dibêje, “Êvariyeke sala 2001 li gel bavê xwe em li malê bûn. Wê demê dayika min bi xwîşka min ducanî bû. Bavê min got ‘diçim derve temaşeyî yariyê dikim’. Ne nasname û ne jî pere li gel nebû. Her ew derketibûn bû û êdî venegeriya. Wê sala ku bavê min winda bû, xwîşka min jidayîk bû. Lêbelê bavê min nedît, heta niha jî ku zewicî ye, bavê min nedîtiye.”

Kameran ku pismamê Ebdulbaqî ye ji Rûdawê re ragihand, “Pismamê min nedibihîst, li bazara Hewlêrê karê boyaxê dikir, rojekê li şeqama Bate ya bazara Hewlêrê teqînekê rû da. Ji ber wê bûyerê û dîtina birîndaran, tûşî panîka derûnî bûbû û piranî car diçû goristanê û heta derengiyê venedigera. Piştî windabûnê, ji dayika wî re gotin ku diyar nemaye. Em li hemû Hewlêrê geriyan, paşê me li bajarên din jî lêkolîn kir û wêne çap kirin. Me wêne bi ser şofêrên hêlên navbera bajarên Kurdistan û Iraqê de jî belav kirin, lêbelê bê sûd bû û heta niha ku 20 sal bi ser windabûna wî re derbas bûn, me nedîtiye.”

Ebdulbaqî, endamê Liqa Hewlêrê ya Komeleya Nabîhîzan bû, piştî 15 sal ji diyarnebûna wî hawara xwe gihandin Rûdawê. Roja 17.10.2015 li medya civakî Rûdawê bangewaziyek hat belavkirin, lê dûbare hemû hewl bêsûd bûn û ti kesî nedizanî ku çi bi serê Ebdulbaqî hatiye.

Rudaw
Top