• Friday, 29 March 2024
logo

Rojhilatê Kurdistanê…3 rojan de 4 kesan dawî bi jiyana xwe anîn

Rojhilatê Kurdistanê…3 rojan de 4 kesan dawî bi jiyana xwe anîn
Li heyama 3 rojên borî de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 4 kesan ji ber sedemên cuda dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gor nûçeya rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê duh 03.06.2020ê, keçekî temen 14 salî ya xelkê Seqizê bi navê Ala Enberî, ji ber sedemekî nediyar xwe daliqandiye û dawî bi jiyana xwe anî.

Herwaha heman rojê hemwelatiyekî xelkê Kirmaşanê yê bi navê Selman Eskerî ji ber hejarî xwe daliqand û dawî bi jiyana xwe anî.

Ji aliyê din ve roja 02.06.2020ê ciwanekî xelkê Bokanê yê bi navê Wirya Kamirewa, ji ber sedemên derûnî xwe daliqandiye. Wirya rojekî piştî mirina dayîka xwe, xwe kuşt.

Herwaha roja 01.06.2020ê keçekî xelkê Mihabadê ya bi navê Perwer Elîpûr ji ber pirsgirêkên malbatî xwe daliqandiye.

Li gor amarên tomarkirî yên li navenda amar û belgenameyên rêxistina Mafê Mirov a Hengaw di du heftiyên borî de du keçên temenê wan bin 18 salî, li bajarê Seqizê dawî bi jiyana xwe anîn.
Top