• Thursday, 18 April 2024
logo

Li Amedê şerê bi çekan: 3 kuştî, 11 birîndar

Li Amedê şerê bi çekan: 3 kuştî, 11 birîndar
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li ser erd û zeviyan di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket û di encam de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. Birîna 2 kesan giran.

Bûyer, şevê din li Taxa Fatîh a Çinarê qewimî. Li gor agahiyên hatine belavkirin, di navbera du malbatan de li ser erd û zeviyan nîqaş derdikeve û di demeke kurt de vediguhere şer. Di şer û pevçûnê de Hulya K., Mehmet K. û Nûrî K. canê xwe ji dest dan û 2 jê giran 11 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên tebndirûstiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Li aliyê din otomobîla ku birîndar hilgirtibûn di rê de wergeriya. Birîndarên herdû biyeran bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê hatin veguhestin.

Ji aliyê hêzên ewlekariyê û tîmên taybet ve li taxê tedbîr hatin wergirtin û kes û karên mirî û birîndaran li ber nexweşxaneyê krîz derbas kirin.

Rudaw
Top