• Friday, 19 April 2024
logo

Bavekê keça xwe ya 13 salî serjêkir

Bavekê keça xwe ya 13 salî serjêkir
Li bajarê Taliş li bakurê Îranê keçek 13 salî ji aliyê bavê xwe hatiye kuştin, dozgerî dibêje dê bi taybet vê dosyeyê bişopînin.

Dozgeriya Parêzgeha Gîlan li Îranê ragihand ku dê dosyeya kuştina keça 13 salî Romîna Eşrafî li aliyê bavê wê bi taybet bê şopandin.

Li gor agahiyên berdest keça 13 salî ya bi navê Romîna Eşrafî piştî ku bi hevalê xwe re reviyaye ji aliyê polîsê Îranê hatiye girtin û radestî malbatê hatiye kirin û bavê wê bi dasê ew serjîkiriye û kuştiye.

Dozgeriya Îranê dibêje bavê wê keçê xwe weke kesek dilsoz û baş nîşan daye û polis xapandiye û ew jî razî bûne wê keçê radest bikin û şeveke li mala xizmekî xwe mane û piştre dema ku vegeriyane gundê xwe nizanin çi çêbûye ku bavê wê keçê ew kuştiye û piştre xwe radest kiriye.

Li gorî destûra Îranê, bav li ser kuştina zarokên xwe nayê qesaskirin tenê cezayê pere û zîndanê lê tê birîn

Rudaw
Top