• Friday, 26 April 2024
logo

Birina 'Fîlozof Remezan' ê Amedî bo nexweşxaneya derûnî rastî nerazîbûnê hat

Birina 'Fîlozof Remezan' ê Amedî bo nexweşxaneya derûnî rastî nerazîbûnê hat
Li Amedê hemwelatiyê bi navê Remezan Pişkîn ku di nav gel de weke Fîlozof Remezan tê naskirin, li ser giliya şexsekî rakirin nexweşxaneya derûnî û ew yek bû sedema nerazîbûnek mezin di nav xelkê Amedê de.

Remezan Pişkîn ji malpereke xwecihî re got, ku ew du hefte ye li ser giliyekê ew xistine nexweşxaneyeke derûnî.

Pişkîn diyar kir, ku li ser wê yekê wî îtiraz kiriye, lê dîsan jî rapora dînîtiyê dane wî û ew niha li Nexweşxaneya Derûnî ya Xarpêtê dimîne.

Birina Remezan Pişkîn bo nexweşxaneya derûnî li nav xelkê Amedê rastî bertek û nerazîbûnê hat. Li ser sosyal medyayê jî xelkê û rewşenbîran bertek nîşan da.

Sekreterê Giştî yê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (Azadî), Fevzî Bulgan li ser twîttera xwe ragihandiye: “Aqilan! Gotine ku ew dîn e, û ew birine nexweşxaneya derûnî.”

Nivîskar Îlhamî Işik jî bertek nîşan daye û gotiye: “Hûn yên nexweşxaneya derûnî ne. Ew mirovekî herî qenc ê cîhanê ye.”

Fîlozof Remezan li Amedê gelek tê naskirin û bi salan bû li ber deriyê Mizgevta Mezin a Amedê propagandaya olî dikir û ji xelkê re li ser babetên girêdayî ol û mezhebê diaxivî, lewma jî di nava xelkê Amedê de dihat hezkirin.

Rudaw
Top