• Friday, 29 March 2024
logo

Li Wanê şerê bi dar û keviran: 8 kes birîndar bûn

Li Wanê şerê bi dar û keviran: 8 kes birîndar bûn
Li parêzgeha Wanê de encama şerê du malbatan ê bi dar û keviran, 3 jê giran 8 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyên berdest li mezraya Dayanc a ser bi taxa Gulederen li navçeya Payîzaxaya ser bi parêzgeha Wanê ve li Bakurê Kurdistanê, di navbera endamên 2 malbatan de nîqaşekê rû da.

Her li gor zanyariyan piştî wê nîqaşê vê carê endamên herdu malbatan li sûka navçeyê hatin hemberî hev û bi dar û keviran êrişî hev kirin.

Di encama wî şerî de, li gor zanyariyan, ji herdu malbatan 8 kes birîndar bûn ku rewşa 3 kes ji wan giran e û ew her sê kes bo Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê hatin vegihastin û birîndarên din li Nexweşxaneya Payîzaxayê tên dermankirin.

Hêzên ewlehiyê jî li wê taxê bergiriyên emnî girtine ku rê li ber şerekî din bigirin.

Rudaw
Top