• Friday, 19 April 2024
logo

Piştî 7 rojan termê ciwanê Kurd hat dîtin

Piştî 7 rojan termê ciwanê Kurd hat dîtin
Ciwanekî Kurd ê 19 salî heft roj beriya niha li sînorê parêzgeha Silêmaniyê dikeve nav çemê Mawet û dixeniqe, lê belê termê wî wunda dibe û piştî 7 rojan ji lêgerînê, tîmên berevaniya sivîl îro termê wî xortî dîtin.

Li gor agahiyên Rûdawê, heft roj beriya niha ew ciwanê Kurd ê bi navê Birzo Cebar dema ku xwestiye li ser Çamê Mawet Snapekê bike û li tora civakî ya Snapchatê belav bike, dikeve nav çemê Mawet û di encamê de dixenieqe û jiyana xwe ji dest dide, lê belê termê wî di nava çem de wunda dibe.

Tîmên Berevaniya Sivîl û tîmên melevaniyê yên parêzgeha Silêmaniyê her ji wê rojî de di hewldanan de bûn, daku termê wî xortê Kurd peyda bikin.

Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê, Rêkan Cemal ji Rûdawê re ragihand, ew xort roja 19ê Nîsanê ketiye gola Xemoke ya li ser çemê Berdberd li Mawetê, lê îro demjimêr 07:00ê sere sibehê tîmên melevaniyê yên Berevaniya Sivîl termê wî xortî dîtin.

Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê diyar kir, termê wî xortî bo Pizîşkiya Dadê ya Silêmaniyê hat şandin.

Erselan Adem, xzimekî nêzîkî wî hemwelatiyê han derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û got: “Roja 19ê Nîsana 2020an, Birzo Cebar Ebdullah ê temen 19 salî li gel du hevalên xwe bo geştkirinekê diçin Çemê Mawetê û dema ku dixwaze bi Snpaê wêne bigire, piyê Birzo dişiqite û dikeve nav çem, ji ber bihêziya pêlên avê, çem wî dibe û dixeniqe.”

Birzo li gel du hevalên xwe bûye û wêneyê dema snpakirinê û ketina wî heye.

Bi gotina kesûkarên Birzo Cebar, hevalên wî ku ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin, hatine berdan, ji ber ku bûyer di dema wênegirtinê de qewimiye û wêneyê dema ketina wî jî heye, heta wê dema ku av wî dibe û li ber çavan wunda dibe.

Xizmên Biroz herwiha dibêjin, derketiye holê ku ti kes nebûye sedem ku ew bikeve nava avê û ew ti kesî tohmetbar nakin.

Rudaw
Top