• Thursday, 18 April 2024
logo

7 jinên Kurd xwe kuştin

7 jinên Kurd xwe kuştin
Li 5 bajarên Rojhilatê Kurdistanê di nava tenê heftiyekê de 7 jinên Kurd bi sedema kêşeyên malbatê û hejariyê xwe kuştine.

Li gor raporteke Rêxistina Hengaw a bo Mafên Mirovan, ji Şemiya bihorî ve heta roja înê 24ê Nîsanê, wan jinan xwe kuştine.

Li bajarê Sine 2 halet û li her yek li bajarên Seqiz, Sunqur, Mêhran û Nexedeyê jî haleteke xwekuştina jinan hatiye tomarkirin.

Li gor zanyariyan, şeva Înê 24ê Nîsanê li bajarê Sine jineke 25 salî ya bi navê Sarîna Xefûrî ji ber kêşeyeke malbatê xwe daliqandiye û dawî li jiyana xwe aniye. Ew jin heyamek beriya niha ji hevjînê xwe cuda bûye û dayika zarokekê bûye.

Her heman rojê li bajarê Nexedeyê ku dikeve parêzgeha Urmiyê, jineke 26 salî ya bi navê Menîc Qadirî jî xwe daliqandiye. Hatiye ragihandin, ku xwekuştina wê jinê jî bi sedema kêşeyên malbatê bûye.

Roja pêncşemê 23ê Nîsanê jî li bajarê Mêhranê li parêzgeha Îlamê, jineke 30 salî ya bi navê Sîmîn Secadî ku dayika du zarokan bûye, heb xwariye û dawî li jiyana xwe aniye. Rêxistina Hengawê diyar kiriye, ku wê jinê bi du sedemên hejarî û kêşeyên malbatê xwe kuştiye.

Li bajarê Sunqurê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve jî roja Sêşemê 21ê Nîsanê jineke 34 salî ku dayika 3 zarokan bûye, ji ber hejarî û nebûniyê xwe bi benikekê daliqandiye û dawî li jiyana xwe aniye.

Her heman rojê, li bajarê Sine, jineke 24 salî ya bi navê Derya Mihemedî xwe kuştiye. Li gor çavkaniyên xwecihî, wê jina Kurd ji ber kêşeyên malbatî xwe ji qata pêncem a avahiyekê avêtiye xwarê û di cih de canê xwe ji dets daye.

Roja Şemiya bihorî jî li Seqizê du jinên bi navên Şerîfe Mistefapûr a 32 salî û Efsane Rehîmî ya 19 salî xwe kuştine.

Hatiye ragihandin, ku wan herdu jinan bi sedema kêşeyên malbatê xwe kuştine.

Her heman rojê li bajarê Kamyaran ê parêzgeha Sineyê, xortekî Kurd ê bi navê Sasan Ensarî jî xwe kuştiye.

Rêxistina Hengaw ragihandiye, wî xortî jî ji ber hejariyê xwe bi benikekê daliqandiye û dawî li jiyana xwe aniye.

Rudaw
Top