• Friday, 29 March 2024
logo

Erebek welatiyekî Kurd kuşt

Erebek welatiyekî Kurd kuşt
Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê me dane, şeva pêncşemê, Erebekî Sûrî, li Almanyayê êrîşî ser welatiyekî Kurd êzidî xelkê bajarokê Şêxanê kiriye û kuştiye.

Welatiyê Kurd yê bi navê Fîraz Serdar ku li gel malbeta xwe ev çend sale li Almanyayê dijî û karê sertaşînê dike, rastî êrîşî erebekî Sûrî hatiye û canê xwe ji dest daye.

Ev erebê sûrî bi kêran êrîşî ser Fîraz kiriye û Fîraz di nava tirimbîla xwe de canê xwe ji dest daye.

Fîraz temenê xwe 31 sale û bavê 4 zarokan bû.
Top