• Tuesday, 07 May 2024
logo

DUHOK - Li navenda bajêr termê kesekî hat dîtin

Gulan Media January 20, 2020 Civakî
DUHOK - Li navenda bajêr termê kesekî hat dîtin
Roja Yekşemê 19ê Çileya 2020 li Komelgeha Evro City ya li bajarê Duhokê, termê hevwelatiyekî hat dîtin û derbarê bûyerê de polîs dest bi lêkolînê kiriye.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê, Nasir Elî ragihand, îro piştî nîvro termê zilamekî li Komelgeha Evro City a li navenda bajarê Duhokê hat dîtin.

Navê wî kesî Şîmal Nayif û 45 salî ye û termê wî piştî dîtinê ji Pizîşkiya Dadê ya Duhokê re hat şandin.

Sedema mirina wî kesî hêj nehatiye aşkerekirin û ji bo zanîna wê yekê, çaverêyî raporta otoposiyê tê kirin.

Polîsê Duhokê jî ragihandiye, derbarê bûyerê de lêkolînên xwe dest pê kiriye.

Kesekî nêzîkî wî zilamî yê bi navê Salih Mihemed ji Rûdawê re got: “Şîmal karê guhertina rûnê otomobîlan dikir. Xelkê navenda Duhokê ye û zewicî ye. Ti kêşeyeke wî bi ti kesî re tinebû, em nizanin bi çi awayî canê xwe ji dest daye.”

Berdevkê Polîsê Duhokê, Hêmin Silêman jî ji Rûdawê re da xuyakirin, her ji destpêkê ve tîmên polîs gihîştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin, lê belê hêj ti encamek derneketiye û sedema mirina wî kesî hêj nayê zanîn.

Rudaw
Top