• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Zaxoyê termên 2 birayan hatin dîtin

Gulan Media January 20, 2020 Civakî
Li Zaxoyê termên 2 birayan hatin dîtin
Li bajarê Zaxoyê yê ser bi parêzgeha Duhokê ve 2 term hatin dîtin, ku tê gotin yên du birayan e.

Îşev li taxa Xwakurkê ya bajarê Zaxoyê termên 2 kesan hatin dîtin û polîs ji bûyerê re hat agahdarkirin.

Li ser van zanyariyan, hêzên polîs gihîştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.

Polîsê Zaxoyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku ew du kes birayên hev in û temenê wan nêzîkî 30 saliyê ye.

Polîs herwiha diyar kir, niha lêkolîn li ser vê bûyerê berdewam e, cenazeyên wan herdu kesan ji bo otopsiyê li Pizîşkiya Dadê ya Zaxoye ne û biryar e bo Duhokê bêne şandin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê şûna gulleyan li ser otomobîleke Teksî ya ji core Vectra hatiye dîtin ku ew herdu bira di nav de bûne.

Taxa Xwakurkê li qeraxa bajarê Zaxoyê ye û taxeke nû ye.

Herwiha îro li Komelgeha Evro City ya bajarê Duhokê jî termê kesekî bi navê Şîmal Nayif ê 45 salî hatibû dîtin.

Rudaw
Top