• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Bakurê Kurdistanê ji ber kêmxwarinê zarok bejinkurt dimînin

Gulan Media January 19, 2020 Civakî
Li Bakurê Kurdistanê ji ber kêmxwarinê zarok bejinkurt dimînin
Li gor Rapora Lêkolîna Şopandina Mezinbûna Zarokên Di Dema Dibistanê de (TOÇBI) li Bakurê ‎Kurdistanê zarok ji ber xwedîbûna kronîk bejinkurt dimînin.‎

Li gor raporê ku ji aliyê Wezareta Perwerde û Wezareta Tendirûstiyê yên Tirkiyê ve hatiye kirin, ‎li navçeyên rojavayê Tirkiyê obezite berebelav e û li Bakurê Kurdistanê jî pirsgirêka xwedîbûna kêm-‎kronîk a zarokan heye.‎

Di raportê de tê gotin ku li bajarên Meletî, Erzîngan, Xarpêt, Dêrsim, Çewlig, Erzerom, Mûş, Bedlîs, ‎Qers, Agirî, Wan, Îdir û Colemêrgê ji sedî 3,5 û li bajarên Dîlok, Amed, Riha, Êlih, Semsûr, Sêrt, Mêrdîn ‎û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê ji sedî 5,4ê zarokan ji ber xwedîbûna kronîk bejinkurt mane. Lê li ‎deverên rojavayê Tirkiyê ev rêje daketiye ji sedî yekê.‎

Seroka Rêveberiya Giştî ya Tendirûstiya Gel ser bi Wezareta Tendirûstiyê ya Tirkiyê Doç. Dr. Nazan ‎Yardim dide zanîn ku bejinkurtbûn ji xwedîbûna kêm çêdibe û dibêje: "Li Tirkiyê pirsgirêka xwedîbûna ‎kêm heye. Li Tirkiyê bi giştî rêjeya bejinkurtbûnê ji sedî 2,3 ye, li rojava daketiye ji sedî 1ê, lê dema em ‎diçin Rojhilat berevajî ye. Ev reqemên gelekî ciddî ne. Li ti welatekî Ewropayê vê yekê nabînin."

Rudaw
Top