• Tuesday, 07 May 2024
logo

Jin zêdetir ji zilaman bi celteya mejî dimirin

Gulan Media January 12, 2020 Civakî
Jin zêdetir ji zilaman bi celteya mejî dimirin
Gelek caran beşek ji nexweşî û girîftên tendirustî bi yeksanî û bi heman nîşanan tûşî jin û zilaman dibin, lêbelê hinek girîftên tendirustî hene ku di nav herdu regezan de xwe ciyawaz nîşan didin. Jin zêdetir û zûtir nîşaneyên nexweşiyan li ber dikevin, lêbelê piraniya car zilam bi tundî tûşî nexweşiyekê dibin. Her ev jî sedema wê ye ku temenê jinan dirêjtir e ji yê zilaman.

Ev jî ew girîftên tendirustî ne ku li jinan û zilaman ciyawaz rû didin;

Werîna pirçê

Zilam li gel mezinbûna temen, zêdetir li bar in bo werîna por û ji destdana pirçê berevajî jinan. Herwiha zêdetir zilam keçel dibin, ev jî ji ber wê yekê ye ku hormona têstostîron bilind e û ew hormon diguhere bo dîhaydro têstostîron û di encamê de jî mû teniktir û kurttir dibin.

Zipik

Jin zêdetir tûşî zpke dibin, bi taybet li maweyê sûrî mehane û di temenê naumêdî de, ji ber ku hevsengiya hormonan têk diçin. Her du regez her ji zarokî heta nûciwaniyê tûşî zipikê dibin. Lêbelê li zilaman zipikê zêdetir dimîne.

Pûkbûna Hestiyan

Metirsiya tûşîbûna jinan bi pûkanewey êskekan çar caran zêdetir e ji ya zilaman, taybetî jî di jinên li jorê temen 50 salî. Ji ber ku hormona îstrocîn kêm dibe û serencam tundbûn û giraniya hestiyan kêm dike û metirsiya şikandinê zêde dibe.

Celteya Mejî

Jin zêdetir ji zilaman bi celteya mejî dimirin, salane herî kêm 55 hezar jin di encama celteya mejî de dimirin. Her çiqas nîşaneyên celteya mejî li herdu regezan wek hev e, lêbelê jin zêdetir hest bi nîşaneyan dikin ku ji wan, bi zehmet henasedan, li ser hişên xwe çûyîn, vereşan û geşke.

Xemokî (Depresyon)

Jin zêdetir tûşî xemokî dibin, ji ber ku zêdetir rûbirûyê tundûtûjiyê dibin, herwiha ji ber guherîna hormonan, jin di maweyê ducanî û piştî ducaniyê, di dema sûrrî mehane û temenê naumêdî zêdetir ber bi xemokiyê ve diçin.

Rudaw
Top