• Tuesday, 07 May 2024
logo

Keçeke ji Rojavayê Kurdistanê serpêhatiya jiyana xwe li Almanyayê dike pirtûk

Gulan Media December 9, 2019 Civakî
Keçeke ji Rojavayê Kurdistanê serpêhatiya jiyana xwe li Almanyayê dike pirtûk
Pirtûkeke bi navê, ‘Ji Behara Sûriyê Bo Havîna Almanyayê’ belav bû. Mijara wê pirtûkê jiyana keçeke xwediyê pêdawîstiyên taybet e ku di 14 saliya xwe de ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe daye Almanyayê.

Pirûka, ‘Ji Behara Sûriyê Bo Havîna Almanyayê’ ji aliyê keçeke Kurd a bi navê Arîn ve hatiye nivîsandin ku xwedî pêdawîsyiyên taybet e di temenê xwe piçûk de ji Rojavayê Kurdistanê koçberî Almanyayê bûye.

Arîn Ceîfer ku di temenê xwe yê 14ê saliyê de welatê xwe bicî hiştiye, di vê pirtûkê de behsa jiyana xwe û çîroka li pey ketina nasnameya xwe dike.

Arîn dema ku bo yekemîn car li gel malbata xwe serdana Rojavayê Kurdistanê dike, paşê biryar dide û di heyama 6 salan de her sal 6 hefteyan li Efrîn û bajarên din ên Sûriyê dimîne.

Derbarêm pirtûka xwe de ew keça Rojavayî dibêje, “Pirsa sereke di vê pirtûkê de pirsa vegera bi dû nasnamê ye ku rûdanên pêk tên çawa karîgeriyê li ser mirov dikin. Kesayetiya mirovan bi berdewamî diguhere. Weke her tiştê di gerdûnê de guhertin di mirovan de jî pêk tê.”

Arîn piştî wan serdanên xwe yên bo Rojava û bajarên din ên Sûriyê, biryar dide azmûn, rûdan û tiştên ku wê dîtine di heyama wan 6 salan de, binivîse.

Arîn dibêje di destpêka pirtûkê de ew gelek behsa şerê navxwe yê Sûriyê û ew guhertinên ku li pey xwe anîne dike û diyar dike, “Paşê jî behsa şerekî dikim ku 4 hezar kîlometre ji kesekî, dûr e lê di heman demê de çawa kesayetiya wî kesî diguhere û hest pê dike, ku di wê demê de çi ji dest dide û çi bi dest dixe.”

Arîn amaje bi hebûna xwe ya li Almanyayê dike û tekez dike ku Almanya di pirtûkê de xwedî roleke sereke û dibêje, “Ji ber ku her tiştî li gel Almanyayê berawird dikim. Ez li vê derê mezin bûm. Bo nimûne yekem tiştê ku min berawird kir; min got, ‘çima rengê xetên li ser şeqaman weke hev nînin û ciyawaz in, çima xelk li Almanya xwe ji kesekî dûr dixin ku nas nakin’.”

Ew keça Kurd a Rojavayê Kurdistanê dibêje ew dixwaze nîşan bide ka çiqas nêzîk e li welatê xwe û ti caran warê xwe jibîr nake.

Heta niha 3 hezar ji wê pirtûkê hatine çapkirin û bi rêya onlîne li zêdetirî 55 pirtûkfiroşan tê firotin. Beşek zêde ji wê pirtûka ku nirxê wê 20 Euro ye, bi rêya malpera Amazon hatine firotin.

Rudaw
Top