• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Tirkiyê di 10 mehan de 302 jin hatine kuştin

Gulan Media November 24, 2019 Civakî
Li Tirkiyê di 10 mehan de 302 jin hatine kuştin
Li Tirkiyê di 10 mehên dawiyê de 302 jin hatine kuştin, 122 hezar û 454 jin jî rûbirûyî tundiyê hatine. Ev hêjmar di 6 salê dawiyê de jî gihaye 400 hezar jin û 73 hezar zarok in.

Bi mebesta roja 25ê Mijdarê ku weke roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê tê naskirin, Navenda Çavdêriyê û Pêşîgirtina li Tundiyê (ŞÖNİM) amarên rûbirûbûna jinan ya ji tundiyê li Tirkiyê ragihand. Li gor amarên navendê belavkiriye. Li Tirkiyê di 10 mehên dawiyê de 302 jin hatine kuştin û 122 hezar û 454 jin jî rûberûyî şîdetê hatine û ji ber vê sedemê di malên parastinê de hatine cîbicîkirin.

Herwiha navendê da zanîn ku di 6 salên dawiyê de hêjmara jinên ji ber şîdetê daxwaza parastên bo wê û zarokên xwe kirine gihaye 400 hezar jin û 73 hezar zarokê pê re. li gel vê yekê Amrara hêjmara zilamên ku alîkarî xwestine ji ber rûbirûbûna wan ya şîdetê jî, 7 hezar û 457 hezare.

Navenda ŞÖNİMê dazanîn ku ji 2013an heta dawiya Eylûla 2019an, kesên ku ji yasaya parastina malbatê û pêşîlêgirtina şîdeta li dijî jinê sûd wergirtine, 393ê hezar û 512 jin, 30hezar û 831 zilam û 73hezar û 176 zarokin, wate bi giştî 497hezar û 519 kes rûbirûyî şîdetê hatine û alîkarî ji ber vê yekê wergirtine.

Rudaw
Top