• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Tirkiyê ji ber krîzan rêjeya xwekuştinê zêde bûye

Gulan Media November 15, 2019 Civakî
Li Tirkiyê ji ber krîzan rêjeya xwekuştinê zêde bûye
Ji ber nemana hêviyan, qeyrana aborî, ragêşiyên siyasî û çend sedemên din li Tirkiyê xwekuştin gihîştiye asteke tirsnak. Herî dawî li Stenbolê 3 xwîşk û birayekî û li Antalya jî malbateke 4 kesî siyanur vexwerin û dawî li jiyana xwe anîn. Piştre li Çanakkaleyê jî ciwanekî bi kêşana gaza helyumê xwe kuşt.

Li gor amarên ku hatine ragihandin, rojane li Tirkiyê 8 kes dawî li jiyana xwe tînin û xwe dikujin. Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku derûniya civakê têk çuyî ye.

Cuneyt, Oya, Yaşar û Kamûran li taxa Fatîh a Stenbolê dijiyan û herçar jî bêkar bûn. Nameyek li dû xwe hiştine û têde diyar kirine, ku wan bi siyanurê xwe kuştiye. Piştre jî eşkere bû ku bi dehan dozên hacizê bo wan berdewam in, karebaya malê hatibû birîn û li dikana binê malê jî deynekî zêde hebûye.

Piştî derbasbûna çend rojan bi ser vê bûyerê re, vê carê li Antalya, bav, keç, kur û dayka wan bi heman şêweyê mirî hatin dîtin.

Wan jî siyanur vexweribûn û nameyek li paş xwe hiştibûn. Selîm Şîmşek dibêje, “Êdî tiştekî ku me karibû bikira tunebû.”

Serokê BAPAMê û psikiyatrist, Ayhan Akcan derbarê bûyerên wê dawiyê yên li Tirkiyê de ji Rûdawê re ragihand: “Jiyana li bajaran xelkê diwestîne. Trafîk, kêşeya debarê û bêtahamulî û hêrs kêşeyên sereke ne. Bitaybetî kêşeya aborî dike ku rewşa me ya giyanî têk biçe. Mixabin niha li Tirkiye ji du kesan kesek kêf ji jiyanê nagire. Depresyoneke civakî araste ye. Ne tenê Tirikye cihan jî wisa ye. Divê rayedarên siyasî guhê xwe bidin vê kêşeya civakî. Kes tahamula kesî nake. Ne aramiyeke civakî û halekî têkçuyî li holê ye û divê tiştek bê kirin.”

Li Tirikye êdî rojek nîn e ku bêyî xwekuştin û kuştin derbas bibe. Li gorî amarên TUİKê rojane 8 kes bi rebazên cihê xwe dikujin. Dîsa li gorî lêkolînen vê saziyê, debar nekirin, nexweşî û çend sedemên din dikin ku xelk xwe bikujin. Li gorî pisporan jî di nava civakê de, ji ber mercên aborî, nemayîna hêviyan, zimanê cihêkar ê di nava siyaset û rêveberiya welêt de û sorbûna civakê li hemberî hev sedemên vê tabloyê ne.

Akademisyen û psîkiyatrst, Prof. Sefa Saygili jî dibêje: “Bi qasî ku ez dibînim rewş xweşbîn nîn e. Em li vir guhdariya beşeke girîng ya civakê dikin. Rêjeya suckariyê zêde ye, xelk ji hev bawer nake û aram nîn in. Herkes amade ye ji bo her tawanê. Girtîgeh heta dev tije ne. Însan weke mayînekê digerin û bextewar nîn in. Gelek faktoren ku pevdiçin bi hev re diçin. Ew jî xelkê li hev sor dike. Mirov nizanin li benda çi ne. Tu dibê qey civak li benda rizgarkarekî ye. Rewşeke me ya depresîf, bi hêrs û anksiyete heye. Her tişt dtevlî hev bûye.”

Li gor daneyên TUİKê di sala 2018an de 3 hezar 161 kesan xwe kuştine. Herwiha Tirkiye di nava wan sed welatan de ye ku xwekuştin herî zêde lê diqewimin.

Tenê piştî ragihandina rewşa awarte û vir ve 46 kesên ku ji kar hatibûn avêtin dawî li jiyana xew anîne. Xwekuştin herî zêde li Stenbol, Enqere, Îzmir û Konyayê diqewime. Tablo her ku diçe reş dibe. Li aliyê din li cîhanê salane 800 hezar kes xwe dikuje. Trenda xwekuştinê weke tevahiya cîhanê, li Tirkiye jî her bilind dibe.

Rudaw
Top