• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Stenbolê 40 kes bi xwarina Mewludê bi jehrî ketin

Gulan Media November 10, 2019 Civakî
Li Stenbolê 40 kes bi xwarina Mewludê bi jehrî ketin
Hat îdîakirin ku li navçeya Sultangazî ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê 40 kes bi xwarina Mewlûda ‎Pêxemberê Îslamê bi jehrî ketine û bo nexweşxaneyê hatine veguehstin.‎

Li gor îdîayan, doh demjimêrên êvarê li Taxa Cebecî ya Sultangazî, di Mewlûdê de birinca bi mirîşk bo ‎mêvanan hat pêşkêşkirin.

Piştî Mewlûdê piraniya wan jin 40 kes ji ber jana hinavê, dilxelîn û verîşînê ‎çûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekî ya Sultangazî.‎

Mîdeya hinek nexweşan hat şûştin û serum bo wan hat danîn. Hat ragihandin ku tedawiya nexweşan a ‎li nexweşxaneya navbirî berdewam e.‎

Rudaw
Top