• Wednesday, 22 May 2024
logo

Başûr – Li Koye xortekî 18 salî xwe kuşt

Başûr – Li Koye xortekî 18 salî xwe kuşt
Li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê, xortekî bi tivinga nêçîrê xwe kuşt.

Berpirsê polîsê Koye Elî Ebdullah ji BasNewsê re got, îro nîvro xortekî 18 salî li taxa Hemamok ya bajêr xwe kuşt.

Wî efserê polîs da zanîn, wî xortî bi tivinga nêçîrê xwe kuştiye û got, em nizanin wî xortî çima xwe kuştiye ji ber wê jî me dest bi lêpirsîn û lêkolînê kiriye.



Basnews
Top