Rojhilat – Li Kirmaşanê jineka du canî û hevjînê wê agir berdan xwe
Li gorî agahiyên dezgeha mafên mirov ya Hengaw, roja 6 vê mehê li Kirmaşanê jineka du canî bi navê Firîşte Kehrariyan û hevajînê wê agir berdan xwe.
Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de jinik mir lê zaroka wê ya 6 mehî bi saxî ji zikê wê hat derxistin, hevjînê wî jî gelekî şewitîye û rewşa wî baş nîne.
Tê gotin ku wê malbata kurd ji ber jarî û belengazîyê agir berdane xwe.