• Saturday, 18 May 2024
logo

Li Stenbolê xwîn herikî – Zilamekî 5 kes kuştin!

Li Stenbolê xwîn herikî – Zilamekî 5 kes kuştin!
Li bajarê Stenbolê zilamekî du kurên xwe, birayê xwe û du xizmên xwe kuşt!

Şeva borî li taxa Esenyûrt ya Stenbolê, zilamekî komkujî pêk anî. Li gorî agahiyan, wî zilamî hevalingê xwe û kurê wî kuşt, paşê birayê xwe û du kurên xwe kuşt.

Li gorî medyaya Tirkiyê, ew zilamê han salekî berê ji zîndanê derketibû, ji ber ku 16 sal berê du birayên xwe kuştibû û ketibû zîndanê.

Tê gotin ku jina wî jî du sal berê hatiye kuştin lê nayê zanîn gelo wî jina xwe kuştiye yan jî ji aliyê kesekî din ve hatiye kuştin.

Kurekî wî zilamî bi navê Goksal Gurkan (21 salî) serbaz bûye lê ew çend roj bûn vegeriyabû mal bo dîtina bavê xwe.

Li gorî agahiyan, hêzên polîs karîn piştî demek kurt wî zilamî bigirin. Hinek çavkanî dibêjin, wî zilamî ji ber ku kurên wî û mirovên wî nekarîne xwedan li jina wî derkevin, ew komkujî pêk aniye.

Basnews
Top