Çemçemal- Keçekê jiyana xwe bi dawî kir
Qaymeqamiya bajarokê Çemçemal di daxuyaniyekê de ragehand ku, îro Yekşemê 24.2.2019 demijmêr 5:00 êvarî termê keçekê gehandine nexweşxan şehîd Pêşre li Çemçemal, wê keçê bi guleyekê xwe kuştibû.
Herwiha daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku, bûyera xwekuştinê li gundê Xerbendelo qewimî û ew keç bi navê(K.E.M) bû û ji dayîkbûyê sala 1998 bû, lêkolîn derbarê bûyerê de ji aliyê polîsan ve dest pê kir.