• Saturday, 18 May 2024
logo

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîvê xelkê dilxweş nînin

Gulan Media February 24, 2019 Civakî
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîvê xelkê dilxweş nînin
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê nexweşeya dilxweşiyê ya xelkê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê aşkera kir. Li gorî amaran rêjeya dilxweşiyê daketiye ji sedî 53.4an. Li Bakurê Kurdistanê hejmara kesên ku nedilxweş in ji bajarên Tirkan zêdetir e. Sedema vê yekê jî berdewamiya şer û pevçûnan û qeyrana aboriyê ye.



Derkete holê ku nîvê civaka Tirkiyeyê ji jiyana xwe dilxweş nîn e. Li gorî amarên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê rêjeya dilxweşiyê di 2018an de ji sedî 58an daketiye sedî 53.4an. Li Bakurê Kurdistanê ev rêje hêj bilindtir e jî.



Welatiyekî ji Amedê Cîhan Ersoy ji Rûdawê re diyar kir: “Weleh qet dilxweş nîn im. Rewş gelek aloz e. Kar tune ye, debar tune ye. Milet birçî ye.”



Suleyman Budak dibêje: “Kar tune ye, tiştekî tune ye, pere tune ye, ez çawa dilxweş bibim?”



Welatiyekî bi navê Remezan jî destnîşan dike: “Pirsgirêk hene, em nikarin debara xwe bikin. Ji ber vê yekê jî ez ne dilxweş im.”



Kesên ku herî zêde dilxweş in pîr û kal an jî kesên nexwende ne. Li gorî îstatîstîkan jinên zewicî ji mêrên zewicî kêfxweştir in. Lê ligel vê yekê jî rêjeya kesên ku dilxweş nîn in ne kêmî yên dilxweşan in.



Kesên ku di nava şert û mercên aboriyê û qelebalixa bajêr de di bin streseke giran de ne, ji xwe re rêbazeke dilxweşiyê dîtine. Hinek bi zarokên xwe re, hinek bi heval û hogirên xwe re berê xwe didin cihên geryanê û li ber muzîkê tîna dilê xwe dişkênin. Bi enerjiyeke pozîtîf teşe didin jiyana xwe.



Welatiyek dibêje: “Ez ji gerê pir hez dikim. Qet aciz nabim. Stres tune ye. Kêfxweş im.”



Herwiha welatiyek jî dibêje: “Gava dikevim stresê direqisim weleh. Ez ji reqsê pir hez dikim. Erê weleh.”



Gunay Adiyaman jî diyar dike: “Her tişt ne pere ye. Niha zarokan tînim vê derê pere ye? Na ne pere. Dilxweşî ji her tiştî girîngtir e.”



Li gorî derûnînasan rêjeya kesên ku ne kêfxweş in û dilxweş in, ji ya ku hatiye aşkerakirin zêdetir e. Lewre hejmara nexweşên derûniyê ku tên terapiyê ji sedî 50 zêde bûne. Sedema vê dilnexweşiyê jî şer û pevçûnên heyî û qeyrana aboriyê ye.



Derûnînas Îsrafîl Bulbul diyar dike: “Gelek sedemên dilnexweşiyê hene. Sedema esasî jî şerê berdewam û ev qeyrana aboriyê ye. Mirov xemxur be jixwe mirov bextewar nabe û kêfxweş nabe. Divê mirov carna guh nede hinek tiştan.”



Li gorî hin derûnînasên ku li ser derûniya civakê kar dikin, heta ku jiyana aboriyê ya xelkê sererast nebe, şer û pevçûn berdewam bikin û hêviya pêşerojeke ronî bi civakê re çênebe dê rêjeya dilnexweşiyê her biçe zêdetir bibe.

Rudaw
Top