Li Kirmaşanê jinekê xwe û du zarokên xwe kuştin
Hatiye ragihandin, jina bi navê Zehra Rehmetî xelka navçeya Sehne ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê bûye û bi sedema hejarî û nebûniyê (xizanî) dawî li jiyana xwe û du zarokên xwe yên 3 û 6 salî aniye.
Wê dayika Kurd, destpêkê herdu zarokên xwe yên temen biçûk bi benikekê ve girê dide û wan dixeniqîne, piştre jî benik li stuyê xwe dike û bi hilawîstinê dawî li jiyana xwe tîne.
Ji ber xirabiya rewşa boriyê li Îranê ku piştî sizayên Amerîkayê krîza aborî li wî welatî kûrtir bûye, bûyerên xwekuştinê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bûne.
Tevî ku krîza aborî li tevahiya Îranê heye, lê belê rewşa aborî ya xelkê li Rojhilatê Kurdistanê xirabtir e, ji ber ku ti pîşesaziyeke mezin li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê nînin û rêjeya bêkariyê li wan parêzgehan bi berawird li gel parêzgehên din ên Îranê, gelek zêdetir e.
Rudaw