• Saturday, 18 May 2024
logo

Bakûr – Li Entabê zilamekî 5 kes ji malbata xezûrê xwe kuşt!

Gulan Media February 4, 2019 Civakî
Bakûr – Li Entabê zilamekî 5 kes ji malbata xezûrê xwe kuşt!
Li bajarê Entab yê Bakûrê Kurdistanê, zilamekî 5 kes ji endamên malbata xezûrê xwe kuşt!

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro li bajarê Entabê zilamekî bi sîlahê êrişî du malên malbata xezûrê xwe kir.

Hat gotin ku di encama wê êrişê de, 5 kes hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Tê gotin ku di nav wê malbatê de nakokî li ser parvekirina mîrat hebûye.

Basnews
Top