• Saturday, 18 May 2024
logo

Komcivîna ‘’Biratiya Mirov’’ di navbera ol an de birêve diçe!

Gulan Media February 3, 2019 Civakî
Komcivîna ‘’Biratiya Mirov’’ di navbera ol an de birêve diçe!
Komcivîna ‘’Biratiya Mirov’’ a di navbera olên cuda de, dê bi beşdariya gelek siyasetmedar û zanistên payebilind ên olî ve birêve biçe.

Komcivîn îro 03.02.2019ê li paytexta Îmaratê Ebu Dabî destpê dike û dê du rojan berdewam bike.

Ew komcivîn bi destpêşxeriya Velîahdê Ebu Dabî û cîgirê fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehyan birêve diçe.

Biryare gelek rêveberên siyasî yên cîhanê û zanayên ol a îslamê yên cîhanî, herwaha zanayên mesîhî û olên din û Şêxê Ezher a Misrê û Papayê Vatîkanê jî beşdarî wê komcivînê dibin.

Li gor nûçeya çapemeniya Îmaratê, îro Papa Francis dê bi serdaneke dîrokî ve bigehe Ebu Dabî yê.

Basnews
Top