• Saturday, 18 May 2024
logo

Ew kafeteriya ku bo kişandina mişteriyan keçik bikar dihanî, hat girtin

Gulan Media January 17, 2019 Civakî
Ew kafeteriya ku bo kişandina mişteriyan keçik bikar dihanî, hat girtin
Ew kafeteriya ku li bajarê Hewlêrê, ji bo kişandina mişteriyan keçik bikar dihanî, hat girtin.

Berdevkê polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ji BasNewsê re got, ew kafeteriya ku bo kişandina mişteriyan keçik û jin bikar dihanî, hat girtin.

Hogir Ezîz da zanîn, beriya ku kafeteriya were girtin, vîdeoyek hatibû belavkirin ku nîşan dida di nav kafeteriyayê de keçikên nîvrût li ber vîtrînê rawestiyane û bala mişteriyan dikşînin. Piştî belavbûna wê vîdeoyê, kafeteriya hat girtin.

Wî efserê polîs anî ziman ku ew keçik ne xelkê Herêma Kurdistanê bûn û got, ji ber wê jî me ji wan re got eger cardin vî karî bikin dê ji Kurdistanê bên dersînorkirin.

Basnews
Top