• Saturday, 18 May 2024
logo

Duhok- Termê ciwanekî temen 21 salî hat dîtin

Gulan Media December 28, 2018 Civakî
Duhok- Termê ciwanekî temen 21 salî hat dîtin
Berdevkê Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Duhokê ragehand ku, termê ciwanekî temen 21 salî li Çiayê Zawa hat dîtin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Duhokê mûqedem mafperwer Hêmin Silêman ji BasNewsê ragehand ku, îro Pênşemê 27.12.2018 termê ciwanekî temen 21 salî bi navê Xazî Ehmed Xelîl li Çiyayê Zawa hat dîtin, aşkere kir ku, ew ciwan duh li parêzgeha duhokê windabûbû û polîs lêdigeriya lê nedîtibûn.

Herwiha Berdevkê Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Duhokê got jî ku, heta niha nehatiye zanîn sedema mirina wî ciwanî çiye û kê kuştiye û çawa hatiye kuştin, lêkolîn jî derbarê bûyerê de berdewame.

Basnews
Top