• Wednesday, 22 May 2024
logo

KURDISTAN – Di heyama 10 salan de 474 jin hatine kuştin

Gulan Media November 28, 2018 Civakî
KURDISTAN – Di heyama 10 salan de 474 jin hatine kuştin
Li Herêma Kurdistanê bi helkefta 25ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundûtiya li Dijî Jinan wek par îsal jî “kampanyake niştîmanî” hat destpêkirin. Ji aliyê din ve li gor daneyan her diçe tundûtijiya li hemberî jinan zêdetir dibe.



Mijara pirsgirêka tundûtiya li dijî jinan bûye pirsgirêke gerdûnî.Li gor raporên Fona Nifûsa Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ji sê jinan yek di nav malbata xwe de rastî tundûtiyê dibe.



Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêgiriyê li hemberî tundûtiya li dijî jinan bike, di sala 2007ê de jêr Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, Navenda Şopandina Bûyerên Tundûtiyê yên Dijî Jinan damezrand. Piştre hikûmetê bi piştevaniya rêxistinên jinan û parlamentoyê yasaya “Têkoşîna li Hemberî Tundûtiya Dijî Jinan” derxist.



Tevî hewldanên hikûmet û rêxistinên jinan, li gorî daneyên saz û dezgehên peywendîdar, li Kurdistanê di nav civakê de bûyerên tundiyê yên dijî jinan berdewam in.



Li gor daneyên Rêveberiya Têkoşîna li Hemberî Tundûtiya Dijî Jinan di navbera salên 2008 û 2017an de bûyerên tundiyê yên dijî jinan ji sedî 53.6 zêde bûne.



Herwiha li gor heman daneyan her sala paştir e, hejmara bûyerên tundiyê yên dijî jinan zêde dibe. Li gor daneyên 2016ê di sala 2017ê de ji sedî 60.7 bûyerên tundiyê yên dijî jinan zêde bûne



Li gor raporeke derbarê rewşa jinên li Kurdistanê dijîn hatî amadekirin de ji sala 2008ê heta sala 2017ê 56 hezar û 979 bûyerên tundiyê yên dijî jinan hatine tomarkirin.



Jinan 51 hezar û 213 caran bi sedemên tundiyê giliyên xwe tomar kirine.



Li gor heman raporê di wan bûyeran de 474 jin hatine kuştin, 504 jinan întihar kirine. Hezar û 254 jinan xwe şewitandine. Di heman demê de hezar û 209 jin rastî destdirêjiya seksê hatine.



Herwiha li gor rapora navborî bûyerên tundiyê yên dijî jinan herî zêde li Hewlêrê qewimîne, herî zêde bûyerên întiharê û îşkeceyê li Silêmaniyê û herî zêde bûyerên destdirêjiya seksê li Duhokê rû dane.

Rudaw
Top