• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li Dîlokê şerê biçek derket

Gulan Media November 25, 2018 Civakî
Li Dîlokê şerê biçek derket
Li bajarê Dîlok ê Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de şer derket, kesekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li gor îdiayê Hasan Yildirim (26) yê ku li navçeya Şehîtkamilê li taxa Başpinarê xwedî xwaringehekê ye û Coşkun Aslankurt (35) bi komeke nasnameya wan hêj ne diyar e re pev çûn.



Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn Hasan Yildirim û Coşkun Aslankurt birîndar bûn.



Tîmên tenduristiyê hewl dan lê Hasan Yildirim li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.



C.Ş.yê giran birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamilê.



Cinazê HasanYildirim ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Dadê ya Dîlokê.



Polîs ji bo kesên fîrar kirine bên girtin, dixebitin.

Rudaw
Top