• Wednesday, 22 May 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê di 8 mehan de 32 jin hatine kuştin!

Gulan Media November 7, 2018 Civakî
Li Herêma Kurdistanê di 8 mehan de 32 jin hatine kuştin!
Li gor amarên rêveberiya tekoşîna dijî tundiya jinan, li herêma Kurdistanê di 8 mehan de 32 jin hatine kuştin û 53 jinan jî xwe kuştiye.

Li berdewama amarên rêveberiya tekoşîna dijî tundiya jina tê gotin, her di vê heyamê de 104 jinên din jî şewitîne û 83 jinan xwe şewitandiye û herwaha destdirêjiya seksî li ser 80 jinan pêkhatiye.

Li gor heman amaran di heyama 8 mehên sala 2018ê de 278 doz ji aliyê her du cinsan ve li ofîsa rêveberiya Tekoşîna dijî tundiya Jinan li bajarên cuda yên herêma Kurdistanê hatine tomar kirin.

Rewşên tundûtîjî, kuştin, destdirêjiya seksî û şewitandin li Kurdistanê salane tên tomar kirin û li gor wan amarên ku hatine tomar kirin û tên belav kirin. Îsal jî ew rewşane li gor sala borî kêm nebûne.

Vê derbarê de rêveberê Tekoşîna tundiyê ya dijî Jinan li Hewlêrê Muqadem Ferman Mihemed derbarê amarên giştî yên sala 2017ê de ji çapemeniyê re ragehand: ‘’Sala borî 50 jin hatin kuştin û 75 jinên din jî xwe kuştine.’’

Li gor amarên sala borî 202 jin şewitîne û 122 jinan jî xwe şewitandiye. Herwaha di sala 2017ê de 8970 doz li rêveberiya Tekoşîna dijî tundiya malbatî hatine tomar kirin û sedî 32 yê wan dozan ji aliyê zilaman ve hatiye vekirin, sedî 68ê wan dozan jî ji aliyê jinan ve hatine vekirin, ku piraniya wan li hember hevjîn, bira û bavê xwe doz vekiribûn.

Basnews
Top