Polîsê Ormiyê: Ewên ku zêrîngirê kurd kuştibûn, hatin girtin
Derdora 20 roj berê li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê çend dizên çekdar êrişî zêrîngirekî kurd kiribûn. Wan dizan zêrîngir kuştibûn û zêr û diravê wî jî dizîbûn.
Polîs Ormiyê ragihandiye, ew kesên ku ew sûc kiribûn, 3 kes bûn û hemû jî hatine girtin. Zêr û diravê ku dizîbûn jî ji wan hatine standin.
Li gorî agahiyên polîs, wan tohmetbaran di lêpirsînê de li sûcê xwe mukir hatine û dane zanîn ku 6 kîlo û 900 giram zêr dizîne.
Basnews