• Tuesday, 23 July 2024
logo

QERS – Zaroka 9 salî hêj nehatiye dîtin

Gulan Media September 19, 2018 Civakî
QERS – Zaroka 9 salî hêj nehatiye dîtin
Li navçeya Kaxizman a Qersê li ser windabûna zaroka 9 salî Sedanur Guzel, bi îdiaya ku cîranê wan E.B tevlî bûyerê bûye hat desteserkirin.



Piştî ku tîmên lêgerinê Sedanur Guzel a li gundê Pasliyê windabûyî nedîtin, guman çêbû ku ew hate revandin.



Tîmên AFAD û UMKeyê tevî xelk gund û leşkeran piştî 3 rojan xebatên lêgerinê Sedanur Guzel ne dîtin.



Leşkerên bi ser fermandariya bajêr ve, guman birine ser cîranê wan E.B ku destê wî di revandina Sedanurê de hebe. Ji bo lêpirsînê leşkeran E.B birine qereqola cendirmeyan a Pasliyê.







Çi bibû?



Li navçeya Kaxizman a Qersê roja şemiyê (16.09.2018) zaroka 9 salî Sedanur Guzel winda bû.



Tîmên bi ser AFAD û UMKEyê ve tevî welatiyên herêmê li mal û derdora gund 3 rojan li Sedanurê geriyan lê ew nedîtin. Herwiha di lêgerinê de helîkoopter û dron jî hatin bikaranîn.



Niha lêgerina ji bo Sedanurê hate rawestandin.

Rudaw
Top