• Monday, 20 May 2024
logo

Li gundekî Urmiyê sê pêkhateyên netewî û olî bi hev re dijîn

Gulan Media August 23, 2018 Civakî
Li gundekî Urmiyê sê pêkhateyên netewî û olî bi hev re dijîn
Li gundê Balanîş ê Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê roja çarşemê weke yekem roja cejna Qurbanê hat pîrozkirin û xelkê gundê îro nimêja cejnê kirin.



Kesên ku di rêzên nimêja cejnê de cih girtin, tenê beşek ji pêkhateya gundê Balanîş bûn, li wî gundî Kurd, Azerî û Ermenî bi hev re dijîn. Kurdên Sunî, Azeriyên Şîe û Sunî, Ermeniyên Xirîstiyan.



Li gor serjimêriya herî dawî, li gundê Balanîş 3 hezar û 50 kes dijîn. Ciyawaziya netewî, olî û mezhebî bandor li ser pêkvejiyana wan 719 malbatên gundê Balanîşê nekiriye, hemû niştecihên gund, hevdû weke xizmên xwe dibînin.



Rojhilatê Kurdistanê pênc parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristanê li xwe digre. Ji bilî Kurd, pêhateyên netewî û olî yên din jî li wan parêzgehan dijîn. Azerî, Ermenî û hejmareke kêm Ereb hene.



Welatiyekî Kurd ê li gundê Balanîş dibêje: “Ez li Balanîş dijîm. Ez Kurd im, bi Tirkî diaxivim, em birayên hev in. Ti ciyawaziya me tine ye. Cejn e, pîroz e, pîrozbahî li me hemûyan dikim. Ti pirsgirêka me tine ye û em bi awayekî biratî dijîn.”



Welatiyekî Ermenî jî dibêje: “Ez Ermenî me. Li gundê Balanîş dijîm. Li vir jidayîk bûme, li gel birayên me yên Kurd, Sunî, Şîe, wek bira dijîn, ti ciyawaziya me tine ye.”

Rudaw
Top