• Monday, 20 May 2024
logo

Li Xaneqînê zilamekî ji ber deynan agir berda xwe!

Gulan Media August 20, 2018 Civakî
Li Xaneqînê zilamekî ji ber deynan agir berda xwe!
Li bajarê Xaneqîn yê Başûrê Kurdistanê zilamekî ji ber deynan agir berda xwe!

Îro danê sibê li bajarê Xaneqînê zilamekî agir berda xwe û xwe şewitand.

Li ser wê rûdanê, serokê encumena Xaneqînê Semîr Mihemed Nûr ji BasNewsê re got, îro li taxa Hey Remezan ya Xaneqînê, zilamekî 40 salî, ku karê wî lêdana derzî û pansimankirina birînan e, agir berda xwe û xwe şewitand.

Semîr Mihemed Nûr her wiha got, tê gotin ku wî zilamî ji ber deynan xwastiye xwe bişewitîne. Ji ber ku nikare deynên xwe bide xwastiye xwe bikuje.

Li ser rewşa tenduristiya wî jî serokê encumena Xaneqînê got, mixabin rewşa tenduristiya wî baş nîne ji ber ku heta agir hat vemirandin, laşê wî gelekî şewitî. Niha li nexweşxaneya bajarê Beiqûbê ye.

Basnews
Top