• Tuesday, 23 July 2024
logo

DUHOK – 3 kes hatin kuştin

DUHOK – 3 kes hatin kuştin
Li parêzgeha Duhokê di navbera endamên malbatekê de şer derket û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.



Îro Sêşemî 4ê Nîsana 2018 li gundê Kanî Şîrîn li sînorê parêzgeha Duhokê di endamên malbatekê pevçûn derket.



Li gorî zanyariyan, endamên wê malbatê li ser mulk û erdê nakokî û girif hebûne û ji ber wê ligel hev şer kirine.



Di encama pevçûna navbera wan kesan de, 3 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kesên din jî birîndar bûne.



Hêzên ewlehiyê gihîştin gundê Kanî Şîrînê û hewla kontrolkirina rewşê didin.



Polîsê Duhokê piştrast kiriye, ku pevçûna navbera endamên malbatê ji ber nakokiya li ser mulk bûye.

Rudaw
Top