• Tuesday, 23 July 2024
logo

17 roj e ku keçeke Hewlêrî winda ye

Gulan Media August 31, 2017 Civakî
17 roj e ku keçeke Hewlêrî winda ye
Heyama 17 rojan e ku keçeke 15 salî li Hewlêrê winda bûye û malbat û xizmên wê keçê jî dibêjin, çend caran keça wan hatiye dîtin.

Keça windabûyî ya Hewlêrî navê wê Zeyneb Reşîd e ku 15 salî ye û li gorî gotina malbata wê, nexweşiyeke demdirêj pê re heye.

Malbat dibêje, Zeyneb tûşî nexweşiya Mongoliyê bûye û dema 17 rojan e ku ji mal derketiye û heta niha nevegeriyaye.

Kesûkarên Zeynebê ji Rûdawê re dibêjin: “Me hemû dezgehên ewlehiyê agahdar kirine, herwiha me li Duhok, Zaxo, Akrê, Koye, Raniye û Silêmaniyê jî lidûvçûn bow ê kiriye, lê me ew nedît. Lê belê di çend rojên bihorî de li nav bajarê Hewlêrê û li çend cihên cuda hatiye dîtin.”

Dayika Zeyneb ku wê jî nexweşiya Gurçikê pê re heye, ji ber windabûna keça xwe, ew dema 5 rojan e ku xwarinê naxwe û li nexweşxaneyê ketiye û rewşa tendirustiya wê nebaş e.

Malbat û kesûkarên Zeynebê bi rêya Rûdawê daxawz ji hevwelatiyên Kurdistanê dikin, ku eger li her cihekê keça wan dîtin, wan agahdar bikin, an wê radestî hêzên ewlehiyê yan malbatê bikin.

Rudaw
Top