• Tuesday, 23 July 2024
logo

Kurdistanê vexwarina TIGER qedexe kir

Gulan Media August 22, 2017 Civakî
Kurdistanê vexwarina TIGER qedexe kir
Wezareta Tendurustî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku bi biryarekî hawirdekirin, kirîn û firoştina ernerjiyê ya cure TIGER hatiye qedexekirin.

Wezîrê Tendurustî yê Herêma Kurdistanê Dr. Rêkeft Heme Reşîd ji Rûdawê re ragihand, ku fermana xedexxekirina vexwarina TIGERê ji rêveberiyên giştî yên tendurustiya Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Germiyan, Raperîn, Şarezûr û Koyê re hatine şandin.

Heme Reşîd da zanîn, ku qedexe tevahiya curên TIGERê yên bi şûşe û petan jî vedigre.

Dr. Rêkeft Heme Reşîd derbarê sedema qedexekirinê de da zanîn, ku ji ber nebûna destûra hawirdekirinê, karûbarên yasayî, herwiha nebûna mercên tendurustiyê di kargeha TIGER de, ev biryar hatiye wergirtin.

Di nava vexwarina wizebexş a TIGERê de dermanên dopîngê hene. Yek ji wan madeyan jî kafeîn e ku weke palderê derûnî û laşî tê dîtin.

Rudaw
Top