• Tuesday, 23 July 2024
logo

KURDISTAN – Du malbatan bi roketan li hev xistin

Gulan Media August 20, 2017 Civakî
KURDISTAN – Du malbatan bi roketan li hev xistin
Li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê di navbera 2 malbatan de pevçûn derket û di dema pevçûnê de roketên RPG-7 hatine bikaranîn. Qaymiqamê Çemçemalê da zanîn, ku di pevçûnê de ti kes nehatiye kuştin.

Demjimêr 11.30ê şeva derbasbûyî 19-08-2017, li taxa Asûde ya Çemçemalê, di navbera 2 malbatan de pevçûn derket û di dema pevçûnê de roket hatine bikaranîn.

Derbarê bûyerê de Qaymiqamê Çemçemalê Remk Remezan ji Rûdawê re ragihand: “Pevçûn zû bidawî bû. Heta demjimê 02:00 şevê jî dengê teqeyan sihat lê baş bû ku di encamê de ti kesî jiyana xwe ji dest neda û birîndar nebû.”

Şahidên bûyerê jî dibêjin, ji ber bikaranîna roketan agir bi cihekê nêzîkî rêbenda Banî Meqan ketiye. Lê Remk Remezan vê îdîayê red dike û dibêje: “Ev agir ne ji ber pevçûnê bû. Tîmên agirvemirandinê jî agir vemirandin.”

Hate gotin, ku derbarê kesên teqe kirine, fermana girtinê hatiye derxistin.

Çemçemal ser bi Silêmaniyê ve ye û hejmara nîştecihên wê 250 hezar kes in. Çemçemal yek ji navçeya Başûrê Kurdistanê ye ku herî zêde pirsgirêkên civakî lê dibin sedemên pevçûnan.

Rudaw
Top