Li Kelarê hemwelatiyek karê dovîz dikir hate kuştin!
![Li Kelarê hemwelatiyek karê dovîz dikir hate kuştin!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/4a2ef8bccf355a15c3010c3893593b8e_L.jpg )
Li gor daxuyaniya polîsê Germiyanê ku wêneyek ji BasNewsê re hatiye rêkirin de tê gotin: ‘’Îro demjimêr 06:00ê serê sibê termê hemwelatiyek di nav wesayîta xwe de li cadeya dervey bajêr ku bi wek şeqama wesayîtên barhelgir tê zanîn li wê derê hate dîtin.’’
Di berdewama daxuyaniyê de tê gotin: ‘’Ew hemwelatî xwedî wesayîta picup ango pîkab bûye û bi çeka keleşînkofê hatiye kuştin.’’
Polîsê Germiyan ragehand: ‘’Navê wî hemwelatî Emîr Semîr Qadir e û di sala 1974ê ji dayîkbûye û karê dovîz dikir.’’
Kesûkarên wî hemwelatiyê hatî kuştin ragehandin, ku şeva borî ne ziviriye mal û wê derbarê de jî polîs agahdar kirine.
Basnews