• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li Kelarê hemwelatiyek karê dovîz dikir hate kuştin!

Gulan Media August 17, 2017 Civakî
Li Kelarê hemwelatiyek karê dovîz dikir hate kuştin!
Îro 17.08.2017ê li Kelarê termê hemwelatiyek ku karê dovîz dikir bi awayek kuştî di nav wesayîta xwe de hate dîtin.

Li gor daxuyaniya polîsê Germiyanê ku wêneyek ji BasNewsê re hatiye rêkirin de tê gotin: ‘’Îro demjimêr 06:00ê serê sibê termê hemwelatiyek di nav wesayîta xwe de li cadeya dervey bajêr ku bi wek şeqama wesayîtên barhelgir tê zanîn li wê derê hate dîtin.’’

Di berdewama daxuyaniyê de tê gotin: ‘’Ew hemwelatî xwedî wesayîta picup ango pîkab bûye û bi çeka keleşînkofê hatiye kuştin.’’

Polîsê Germiyan ragehand: ‘’Navê wî hemwelatî Emîr Semîr Qadir e û di sala 1974ê ji dayîkbûye û karê dovîz dikir.’’

Kesûkarên wî hemwelatiyê hatî kuştin ragehandin, ku şeva borî ne ziviriye mal û wê derbarê de jî polîs agahdar kirine.

Basnews
Top