• Tuesday, 23 July 2024
logo

3 zarok di Bendava Dihukê de xeniqîn

Gulan Media August 15, 2017 Civakî
3 zarok di Bendava Dihukê de xeniqîn
Duh nîvro 14-08-2017, 3 zarok di Bendava Dihukê de xeniqîn. Tîmên hawarhatinê mijûlê derxistina termên wan in. Li gorî zanyariyên destpêkê ev zarok ji Rojavayê Kurdistanê ne.
Rêveberê Ragihandina Berevaniya Şaristanî li Dihukê Bêwar Ebdulezîz ragihand ku temenê wan zarokan di navbera 10 û 15 salî de ye. Tîmên me çûne Bendava Dihukê û mijûlê derxistina wan in.”
Beriya vê bûyerê li parêzgeha Dihukê 11 kes di rûbaran de xeniqîbûn.
Top