• Tuesday, 23 July 2024
logo

Loristan…Şer di navbera du malbatan de; 5 kuştî 12 birîndar

Loristan…Şer di navbera du malbatan de; 5 kuştî 12 birîndar
Li gor gotinên cîgirê parêzgeha Loristanê duh di encama şer û pevçûna du malbatên li gundek ser bi bajarê Elîgûderz a ser bi parêzgeha Loristanê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye, 12 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor raporta malpera Tesnim a ser bi sipaha pasdaran, cîgirê parêzgerê Loristanê Hebîbulla Xucestepûr ragehandiye: ‘’Duh 05.08.2017ê li gundê Melkabad ê ser bi bajarê Elîgûderzê de şer di navbera du malbatan de derket û ew şer û pevçûn bû sedema mirina 5 kesan û birîndarbûna 12 kesên din jî.’’

Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, ku ew kesên ku hatine kuştin, kesûkarên hev in û heman demê de birîndar jî rakirine nexwaşxaneyan û kesên kujer jî hatine girtin.


Basnews
Top