• Tuesday, 23 July 2024
logo

Xebat ...Bi sedema pirsgirêkeke civakî kesek hate kuştin

Xebat ...Bi sedema pirsgirêkeke civakî kesek hate kuştin
Li bajarokê Xebat bi sedema pirsgirêkeke civakî şer di navbera çend kesan de ji yek malbatê dirûst bû, di encam de kesek mir û yek birîndarbûn.

Berdevkê polîsên Hewlêrê Raid Hokir ji BasNewsê re ragehand ku, vê êvarê 24.07.2017 Hêzên polîsan derbarê bûyereka kuştinê li gundê Kele ser bi bajarokê Xebat hatin agehdarkirin û çûn cihê bûyerê.

Herwiha Berdevkê polîsên Hewlêrê Raid Hokir da zanîn ku, demijmêr 8 êvarî ew buyer qewimî û kesek bi navê Dîlawer Yesif temen 23 sal ji aliyê kesekî din nêzîkî malbata wî hate kuştin û birayê wî birîndarbû.Aşkere kir ku, sedema bûyerê jî pirsgirêkeke civakî û heta niha kujer nehatiye desteserkirin.

Li gor zanyariyên BasNewsê ew kesên şerûpevçûn di nav wan de derketiye kur xal û kur metê hevbûn.

Basnews
Top