• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li Silêmaniyê şer û pevçûn: 2 kuştî û 8 birîndar

Li Silêmaniyê şer û pevçûn: 2 kuştî û 8 birîndar
Li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Qaymiqamê Seyîdsadiq Diyarî Refîq ji Rûdawê re ragihand, ku wan her du malbatên ku şer kirine, pismamên hev in.

Herwiha Diyarî Refîq eşkere kir, ku di encama şer û pevçûnê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûne.

Weke din Refîq amaje bi wê yekê kir, ku di şer û pevçûnê de çek nehatiye bikaranîn, lê bi kêran êrişî hev kirine.

Li ser rewşa birîndaran jî Diyarî Refîq destnîşan kir, ku birîndar ber bi nexweşxaneyan hatine rakirin û niha têne dermankirin.

Rudaw
Top