• Tuesday, 23 July 2024
logo

Kujerê Rojîna 16 salî hat girtin

Kujerê Rojîna 16 salî hat girtin
Polîsê navçeya Soranê kesek bi tohmeta kuştina keça 16 salî ya bi navê Rojîn Seferî desteser kiriye û Qayimmeqamê Soranê jî dibêje, tohmetbar li tawana xwe mikur hatiye û ew dê demê pêş de bi awayekî fermî zanyariyan belav bikin.

Nûçegihanê Rûdawê li devera Soranê ragihand, ku tometbarê sereke yê kuştina Rojîn Seferî hatiye girtin, lê hêj jî nav û nasnameya wî kesî nehatiye aşkerekirin.

Qayimmeqamê navçeya Soranê Kirmanc Izet ji Rûdawê re ragihand, ku her kes li benda wê xebera xweş bû ku ew kes bê girtin û niha hatiye girtin û li tawana xwe jî mikur hatiye.

Kirmanc Izet herwiha diyar kir, ku niha di derbarê wî kesî de hinek karên yasayî têne kirin, dema ku ew kar temam bûn, dê li ser kesê tawanbar û awayê bûyerê zanyariyên berfireh bidin raya giştî.

Rojîn Seferî ya 16 salî, roja 3ê Tîrmehê (berî 6 rojan) li mala xwe bi kêran hatibû kuştin.

Li gorî gotina polîsê Soranê, cihê 4 derbên kêrê li ser bedena Rojînê hebûn.

Xala Rojînê, Seidî Şehab pêştir ji Rûdawê re gotibû, di roja bûyerê de ew mijûlî anîna termê dapîra xwe bûn û ji ber ku Rojînê ezmûnên dersê hebûn, li male mabû.

Li gorî sala bihorî, îsal amara xweşewitandin û kuştina jinan li navçeya Soranê zêdetir bûye, bi awayekê ku sala derbasbûyî 15 haletên xweşewitandin an jî kuştina jinan li wê deverê hebûne, lê belê tenê di 6 mehên destpêkê yên îsal de ew rêje bi 25 haletan bilind bûye.

Rudaw
Top